Tehranê balyozxaneya xwe ya li Riyadê vekir

Îran, Balyozxaneya xwe ya li Riyadê piştî 7 salan careke din vekir.

Di pêvajoya asankirina têkliyên navbera Îran û Erebîstana Siûdî de gaveke din hate avêtin.

Balyozxaneya Îran ya li Riyadê piştî 7 salan careke din hate vekirin.

2016’an têkliya navbera herdu welatan de hatibûn cemidandin.

Di meha Adarê de, li Çînê di navbera aliyan de, hevdîtinên dîplomasî pêk hatin.

Di hevdîtinê de, biryara vekirina balyozxaneyên herdu welatan hatibûn dayîn.

Rikberiya leşkerî û siyasî ya di navbera herdu welatan de, bi aloziya li Yemen, Sûriye û Libnanê re hîn dijwartir bû.

Balyozxaneya Cidde û nûnertiya teşkilata hevkariya Îslamî jî tên vekirin

Wezareta Karên Derve ya Îranê doh têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragiahndin ku balyozxaneya li Riyadê careke din hatiye vekirin.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Îranê Nasir Kenanî jî eşkere kiribû ku Balyozxaneya li Cidde û Teşkilata Hevkariya Îslamî bi awayekî fermî Sêşem û Çarşemê wê dest bi kar bike.

Îranê di meha Gulanê de balyozekî xwe li Erebistana Siûdî destnîşan kir û Erebistana Siûdî jî ragihandibû ku wê Balyozxaneya xwe ya li Tehranê ji nûve veke, lê dîrokeke diyar eşkere nekir.

Peywendiyên Erebistana Siûdî û Îranê piştî ku di sala 2016’an de melayekî Şîe li Riyadê hat bidarvekirin, qut bûn.

Li hember vê yekê xwepêşanderan avêtin ser Balyozxaneya Erebistana Siûdî li Tehranê.

Erebîstana Siûdî, Îran bi êrîşên moşek û balafirên bêmirov ên sala 2019’an û armancgirtina tankerên wê yên li Kendavê sûcdar kir, Îranê jî ev sûc red kir.

Îran sibe balyozxaneya xwe li Siûdiyê vedike

Back to top button