Macron û Xi Jinping li Pekînê civiyan

Serokomarê Fransa di roja duyemîn a serdana xwe ya li Çînê de, bi Serokê welat Xi Jinping re civiya.
Macron bo Xi got:Ez di warê guehrtina nêrîna Rûsya de bi we bawerim.

Emmanuel Macron ku di serdaneke 3 rojî de li Çînê ye, bi Serokê Çînê Xi Jinping re civiya.

Lîder li ber salona Gel a mezin ya li paytexta Çînê Pekînê silavî hev kirin.

Lîder têkildarî êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna li ber kamereyan vekirî axivîn.

Serokomarê Fransayê Macron ji serokê Çînê re got,

“Ez dizanim ku û bawer dikim ku hûn dikarin Rûsya vegerînin li ser rêbazeke aliqane.”

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen di serdana xwe de ligel Macron e.

Macron got, ew “dixwaze li ser Ukraynayê bibe dengê Ewropayê” û destnîşan kir ku hatina Çînê ya bi Von der Leyen re ev nêzîkatî nirxand.

Macron doh di axaftina xwe ya li Balyozxaneya Fransayê ya li Pekînê de peyama “Çîn dikare di dîtina rêya aştiyê ya li Ukraynayê de roleke girîng bilîze” dabû.

Back to top button