Partiya Çep a Kesk li Bidlisê buroya hilbijartinê vekir

Partiya Çep a Kesk piştî li Êlihê buroya xwe ya li Bidlîsê jî vekir.
Li vir peyama hesabpirsînê hate dayîn.
Li aliyekî din, tevî van geşedanan bi nêzbûna dema hilbijartinê re, êrişên provakarî jî derdikevin.
Piştî partiya Îyî, saetên sibehê êrişî boruya CHP’ê ya li Stenbolê hate kirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî 38 rojê din wê hilbijartinên giştî pêk were.

Ji bo têkbirina faşîzmê, hilbijartin weke fersendeke sereke tê dîtin.

Di vê çarçovyê de, Tifaqa Ked û Azadiyê xebatên xwe berfihre kiriye.

Di nava tifaqê de jî wê Partiya Çep a Kesk bi logoya xwe bikeve hilbijartinê.

Partiya Çep a Kesk li navenda Bedlîsê buroya hilbijartinê vekir.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û şandeya pê re beriya vekirina buroyê li navçeya Norşînê hatin pêşwazîkirin.

Piştre jî bi konvoyekê derbasî buroya hilbijartinê bûn.

Sancar, di bernameya vekirina buroya hilbijartinê de axivî û got:

Em ê di bin siya vê darê de bigihêjin hev.

Bûldan: Divê li Êlihê 5 parlamenter bên qezenckirin

Şevê din jî Partiya Çep a Kesk li Taxa Bahçelîevlerê ya Êlihê buroya hilbijartinê vekir.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û şandeya pêre tev li vekirina buroyê bûn.

Vekirina buroyê veguherî şahiyê.

Bûldanê got:

“Ev buroyên me dê ji bo siberoja me, azadî û edaletê û ji bo bidawîbûna bêhiqûqîtiyê roleke mezin bilîzin.

Em bi gelê Êlihê bawer in, em bi we bawer in.

Em ji dil û can bawer dikin ku Partiya Çep a Kesk dê di 14’ê Gulanê de Êlihê bike 5-0.”

Li Stenbolê êrişî avahiya CHP’ê hate kirin

Bi nêzbûna dema hilbijartinê re, derxistina alozî û peyamên rejîma AKP-MHP’ê tûj bûne.

Bi van peyaman re, êdî navendên partiyan têne gulebarankirin.

Piştî êrişa li dijî navneda Partiya Îyî, îro li Stenbolê êrişî avahiya Partiya Komara Gel (CHP) ê hate kirin.

Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû têkildarî êrişê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Kaftancioglû wiha got:

“Îro saet derdora 05.00’an de li dijî avahiya Serokatiya CHP’ê ya Stenbolê ya li devera Otorêya TEM’ê hewldaneke êrişa çekdarî çêbû. Li gorî îfadeyên polîsê nobedar û peywirdarê ewlekariya taybet ê avahî, 6-7 gule hatine berdan. Li gorî tespîtên destpêkê; tu gule li avahiya serokatiyê neketine. Lêpirsîna dozgeriyê ya têkildarî bûyerê didome.”

Back to top button