Li Mizgefta Eqsa polîsên Îsraîlî oparasyonek din pêk anî

Di roja duyemîn de hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê bi tundî destwerdana li Mizgefta Eqsayê kirin.
Heyva Sor a Filistînê ragihand ku di bûyeran de herî kêm 6 kes birîndar bûne.

Şevê din careke din li Qudsê ya Îsraîlê di navbera hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê û filistîniyan de pevçûn rûdan.

Navnîşana pevçûnan careke din Mizgefta Eqsa bû.

Di nûçeya ku çapemeniya Îsraîlî de hat îdiakirin ku ciwanên Filistînî li Mizgefta Eqsa barîkat çêkirine û ji wir bi kevir û fîşekên hewayî êrîşî polêsan kiriye.

Her wiha di nûçeyê de hat îdiakirin ku vê komê pêşî li Mislimanên din ên ku dixwest ji mizgeftê biterikînin girtiye û polîsên Îsraîlê bi teqîbkirina koma pevçûnê va alîkariya misilmanên din kirin.

Ajansa Reutersê diyar kir ku polîsên Îsraîlê hewl dane bi zorê hin kesan ji Mizgefta Eqsayê derxînin û di dema vê yekê de bombeyên deng û fîşekên lastîkî bikar anîne.

Di daxuyaniya ku ji teref navenda Mizgefta Eqsayê ya li Urdunê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê beriya ku nimêja teraviyê bi dawî bibe ketine mizgeftê.

Heyfa Sor a Filistîn: Li Mizgefta Eqsa heta niha 43 kes birîndar bûn e 

Heyva Sor a Filistînê ragihand ku di bûyeran de 6 kes birîndar bûne.

Li gorî daneyên Heyva Sor a Filistînê, rojek berê dîsa di dema nimêja teraviyê de, ji ber êrişa tund a polîsên Îsraîlê ya li Mizgefta Eqsayê 37 kes birîndar bûn.

Piştî rewşa li herêmê, ji NY, Amerîka, Almanya û gelek welatên Rojavayî peyama hişyariyê derketin.

Ji bo sê olan rojên pîroz

Çiyayê Perestgehê ku di demên kevnar de perestgeha herî girîng a Cihûyan lê bû û îro Mizgefta Eqsayê lê ye, ji aliyê Misilman û Cihûyan ve weke cihekî pîroz tê dîtin.

Hat diyarkirin qelebalixa xelkê herêmê ji ber ku meha Remezanê, Cejna Derbasbûnê ya Cihûyan û Cejna Paskalyayê ya Xiristiyanan di heman rojê da ye, ji hêzên ewlehiyê re zehmetî derdikevin

Ji dema ku hikumeta koalîsyonê ya di bin serokatiya Serokwezîr Benjamin Netanyahu hatî li ser deshilatê, operasyonên hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê li dijî herêma Şerîa Rojava zêde bûn.

Di mehên borî de bêtirî 250 filistînî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran filistînî jî hatin girtin.

Di êrîşên Filistînê de bêtirî 40 Îsraîlî û 3 welatiyên Ukraynayê jî hatin kuştin.

Back to top button