Mike Pompeo: Gefên nuklerî yên Îranê, wê fişaran lê zêdetir bikin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo diyar kir ku hewldanên Îranê yên gefxwarina nuklerî, wê fişaran lê zêdetir bike. 

Pompeo duh bi daxuyaniyekê ragihand ku Amerîka efûyên welatên girêdayî bernameya nuklerî ya Îranî, bi dawî kirin.

Mike diyar kir ku Amerîka, wê cezayan li dewletên lihevker ên bernameya nuklerî ya Îranî bibire, eger xwe jê venekişînin û bi tayber Rûsya.

Pompeo da xuyakirin ku Amerîka cezayên aborî li 2 berpirsiyarên Îranî yên di bernameya nuklerî de kar dikin, birî.

Amerîka sala 2018’an hin cezayên aborî li Îranê sepandibû û 2019 jî Brîtanya, Fransa û Almanya hişyariya nepabendiya bi lihevkirina nuklerî dabû Îranê.

Back to top button