Fînlandiya wê sîstema parastina asmanî xurt bike

Wezareta Parastinê ya Fînlandiyayê destûr da artêşê ku pergala parastina asmanî ya Îsraîlê bikire.

Wezareta Parastinê ya Fînlandiyayê destûr da artêşê ku “Slingshot of David” ji Îsraîlê ya wekî sîstemeke nû ya parastina asmani ye, peyda bike.

Wezaretê di daxuyaniya nivîskî ya parvekirî de wiha got:

Bihayê sîstema parastinê ya tê xwestin 316 mîlyon euro ye.

Wezîrê Parastinê Antti Kaikkonen ragihand ku ev desteserkirin wê ji bo Hêzên Parastinê yên Fînlandiyayê kapasîteya nû ava bike ku hedefên pir bilind bişopîne.

Kaikkonen destnîşan kir ku Fînlandiya di hawîrdoreke nû ya ewlehiyê de bi îdia û demdirêj pêşkeftina kapasîteya xwe ya parastinê didomîne.

Jimara endamên NATO derket 31’an

Back to top button