Rêveberiya Xweser qanûna betlaneya fermî û qaçaxtiyê ere kir

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qanûna betlaneya fermî û qaçaxtiyê li herêmên Rêveberiya Xweser, erê kirin. Li gorî qanûnê roja Înê betlaneya heftane ye û Înê û Şemiyê jî ji bo xwendekara ye.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya duyemîn a sala 2020`an li dar xist.

Civîn li hola civînan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya li bajarê Reqayê pêk hat.

Di civînê de qanûnên betlaneyên fermî û qaçaxtiyê li herêmên Rêveberiya Xweser hatin erêkirin.

Her wiha ji bo Meclisa Edaletê ya Rêveberiya Xweser û Meclisa Giştî 2 endam hatin erkdarkirin.

Li gorî qanûnê betlaneyên fermî wiha ne:

Sersal, dayik, Newroz, Ekîdo, Cela, Çarşema Sor, Fisih Xerbî, Fisih Şerqî, Karker, Şehîd, Sersal, Jidayikbûna Pêxember, Cejna Remezanê û Cejna Qurbanê.

Her wiha, di cejna mamosteyan de jî tenê wê dibistan û zanîngeh bikin betlaneya fermî.

Di heman demê de, li gorî qanûnê roja înê ji bo hemû saziyên Rêveberiya Xweser betlaneya heftane ye.

Roja În û Şemiyê jî ji bo dibistan, peymangeh û zanîngehan betlaneya fermî ne.

Back to top button