”Ji ber êrîşên dagirkeriyê, alavên min ên muzîkê hatin dizîn”

Zarokê bi navê Salih Salim anî ziman ku ew gelekî ji muzîkê hez dike lê ji ber êrîşên dewleta tirk gelek carî karê wî yê muzîkê hatiye astengkirin, Salih dibêje: “Ez dixwazim xeyalên xwe yên di qada pêşketina muzîkê de pêş bixim lê dewleta tirk a dagirker alavên min yên mûzikê dizîn.”

9’ê Cotmeha 2019’an dewleta Tirk û çeteyên wê bi çekên giran û qedexekirî êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir.

Di encamê de bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn.

Ji bo bicihkirina koçberên Serêkaniyê Rêveberiya Xweser di 22’yê cotmehê de dest bi avakirina kampa Waşûkanî kir.

Zarokê bi navê Salih Salim ku ji hesinekî normal bilûrek çêkireye di nava kampê de digere û li bilûra xwe dide.

Salih anî ziman ku ew gelekî hez muzîkê dike û got:

Dewleta tirk bi çekên giran û qedexekirî êrîşî me kir.

Ez pir ji mûzîkê hez dikim, alavên min ên mûzîkê hebûn, lê min nikarîbû wan derxînim.

Çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker alavên min û mala me talan kirin û dizîn.

Di encama êrîşan de alavên min ên muzîkê hatin dizîn niha min jî ji xwe re bilûrek afirand.

Salih bal kişand ser alavê ku wî bi xwe afirandiye û dibêje:

Min hesinek dît û bilûrek jê çêkir, ez pir kêfxweşim bi vê bilûrê.

Ez dixwazim ji tevahî cihanê re bêjim ku kes nikare hêvî û xeyalên me yên zaroktiyê binpê bike.

Çanda me hebûna me ye, em dixwazin li kampê navenda çand û huner were vekirin da ku em baş fêrî çanda xwe bibin.

Mafê me yê xwezayî ye em zarokatiya xwe bijîn, lê dewleta tirk mafê me binpê dike û her kes jî bêdeng maye.

Back to top button