Cenazeyê şehîd Agirî li Til Temirê hate oxirkirin

Cenazeyê şervanê QSD`ê Agirî Til Temir li Goristana Şehîdan a Til Temirê hate oxirkirin.

Îro li Tiltemir û Qamşlo merasîmên Şehîdan û sersaxiyê hebûn.

Bi sedan şêniyên Til Temirê cenazeyê şervanê QSD’ê Omer El Matar bi nasnav Agirî Til Temir li goristana şehîdan a navçeyê bi merasîmekê oxirkirn.

Di merasîmê de Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Çinar Salih axivî û sersaxî da malbata şehîd Agirî.

Dayîka şehîd Agirî Fatme Awad jî got ew bi lehengiya kurê xwe serbilind e.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ronat Tirbespiyê jî diyar kir ku ew ê têkoşîna şehîdan berdewam bikin.

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin û cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hate oxirkirin.

Back to top button