Şêniyên Qamşlo sersaxî dan malbata şehîd Herdem Çiya

Şêniyên Qamşlo sersaxî dan malbata şehîd Herdem Çiya û soza pêkanîna armancên şehîdan hate dayîn.

ji bo şehîdê Hêzên Komando Herdem Çiya (Elî Zoro) jî konê sersaxiyê li taxa Erbewiyê a Qamşlo hat vedan.

Bi dehan welatî, endamên saziyan û partiyên siyasî yên Qamşlo beşdarî konê sersaxiyê bûn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mihyedîn Hesen sersaxî ji malbatê re xwest û got:

“Divê gelê me bi hevgirtina xwe xwedî li destkeftiyên şehîdan derkeve.”

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Xêr Elîka jî bal kişande ser hewildanên derxistina tevlîheviyê li Dêrazorê û wiha axivî:

“Bi hevgirtina xwe em ê sîstema Neteweya Demokratîk misoger bikin.”

Merasîmê sersaxiyê bi dirûşma “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

Cenazeyê şehîd Herdem Çiya li Qamişlo hat oxirkirin

Back to top button