Cenazeyê Şervanê Hêzên Komandos Herdem Çiya (Elî Zoro) ku 26`ê Cotmehê li Dêrazorê şehîd bibû, li goristana Delîl Saroxan a Qamşlo hat oxirkirin.
Di merasîma oxirkirinê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulkerîm Ebdulrehman axivî û diyar kir ew li dijî êrişan ti car serî natewînin.
Ji Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Mihemed Zêdan jî diyarkir dewleta Tirk a dagirker hewl dide nû ve çeteyan zindî bike.
Dayika 3 şehîdan Zeyneb Murad jî di merasîmê de axivî û got:
“Şehîd Herdem navê kurê xalê xwe yê şehîdê YPG`ê Herdem Çiya ku sala 2018`an di êrişa çeteyan de li Dêrazorê şehîd bibû, li xwe kiribû û li ser xeta wî jî têdikoşiya.”
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hat xwendin û bi durişmeyan hat oxirkirin.