Di êrişa DAIŞ’ê de 34 leşkerên rêveberiya Şamê hatin kuştin

Liv û tevgera Çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê zêde buye.
Çeteyan li sêgoşeya Reqa-Hums-Dêrazorê êrişî hêzên hikumeta Şamê kirin.
Di êrişa DAIŞ’ê de 34 leşkerên Şamê hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Resafê ya li sêgoşeya Reqa-Hums-Dêrazorê bi çekên sivik êrişî hêzên hikumeta Şamê kirin.

Hat ragihandin di êrişê de herî kêm 34 leşkerên Şamê hatin kuştin û hejmareke mezin jî birîndar bûn.

Tê gotin ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Li Heleb di êrişa hêzên hikumeta Şamê kesek birîndar bû

Hêzên Hikumeta Şamê 2 erebeyên sivîlan ên li rojavayê Helebê hedef girtin.

Hate ragihandin di encama gulebaranê de, welatiyek birîndar bû.

Back to top button