Artêşa Tirk gundê Hoşeriyê û Catê yên Minbicê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker careke din gundê Hoşeriyê û Catê yên li bakurê rojhilatê Minbicê topbaran kir.

Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyand ku artêşa Tirk ku li baregeha gundê Qîrata yê Minbicê bi cih bûye, gundên Hoşeriyê û Catê yên bakurê rojhilatê Minbicê topbaran kirin.

Duh jî her du gund ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve hatin topbarankirin.

Meclisa Leşkerî ya Minbic: Em bi xwestekên gelê xwe re ne

Girêdayî mijarê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser bûyerên dawî yên li Minbicê daxuyaniyek da.

Meclisa Leşkerî ya Minbic û Gundewarên wê piştrast kir ku ew bi gelê xwe re ne.

Her wiha Meclisê anî ziman ku herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe.

Meclisê di dawiyê de bang li şêniyên li Minbicê kir ku ji hewldanên derxistina fitne hişyar bin, ji ber ew hewl didin destkeftiyên gelê me têk bibin.

Back to top button