HPG: Di êrişa dagirkeriyê de gerîlayek şehîd bû

HPG’ê ragihand ku gerîlayê bi navê Koçer Dogan di êrişa 7’ê Adarê de şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê vê yekê daxwiyaniyek da û got:

Hêzên me li gorî biryara rêxistina me tevdigeriyan.

Li hemberî dijmin tu çalakiyan nakin.

Lê dijmin bênavber êrişî hêzên me din.

Di 7’ê Adara 2023’an de li herêma Girê FM ya Metîna dewleta Tirk êrişî hêzên me kir.

Di encamê de hevreyê me Koçer Dogan şehîd ket.

Hevrêyê me Koçer, di gelek qonaxên Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de têkoşiya..

Bibû yek ji hevalê me yê ku xeyalên dagirkeriyê yên dijmin pûç kiribû.

Li gor daxwiyaniya HPG’ê nasnameya şehîd wiha ye..

  • Nasnav: Koçer Dogan
  • Nav û paşnav: Mehmet Salîh Erdal
  • Cihê jidayikbûnê: Şirnex
  • Navê Dê: Xeriya
  • Navê Bav: Abîd
  • Dîrok û cihê şehadetê: 7’ê Adara 2023’an / Metîna
Back to top button