Peru..Berazên Guinea ên reş mirovan ji hestên xerab pak dikin

Di sedsala 21’an de tevî ewqas pêşketinên di warê tendirûstiyê de jî hê mirov bawerin ku bi rêbazên balkêş, dikarin xwe ji gelek nexweşan biparêzin. Ev rêûresêm ecêb li gelek welatan dewam dikin. Mînak li Peru hejmara zêde ji welatiyan bawere ku berazên reş ên Guinea (Gînîa) dikarin bedena mirovan ji hestên xerab pak bikin.

Li herêma Lîma a Guinea ji bo xatirxwestina ji sala heyî û pêşwazîkirina sala nû, merasîmê balkêş têne lidarxistin.

Beşek ji van merasîman “Pêşengeha hêviyan e”.

Li vir mirov di bin navê patastina ji nexweşiyên xerab rêbazeke balkêş a dermankirinê bikar tînin.

Ev kes bi wekê bawerin ku berazên reş ên Guinea xwedî wê hêzên bedena wan ji hestên xerab û nexweşiyan giran diparêzin.

Bi gotina wan,

Dema ban bezarên biçûn û şêrîn li ser bedena wan digerînin, pir şa û kêfxweş dibin.

Terapîsta binavê Norma Choquehuanca (Norma Tişokî-huanka) dibêje dema beraz li ser laşê mirovan digerin, cihê nexweşiyê tesbît dikin û li gorî wê heywan li ser wan mirovan têne firkandin.

Di encamê de nexweşî ji holê radibe.

Bandora vê rêbazî ya rast çi dibe bila bibe, a girîng ew e ku mirov piştî vê dermankirinê xwe baş hîs dikin.

Back to top button