Besê Hozat: Faşîzm li temamî Tirkiyeyê belav bû

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat derbarê hilbijartinên Tirkiyvê nivîsek nivîsand.
Besê Hozat di nivîsê de got: Di rewşa heyî de tiştekî bi tenê heye ku divê bê kirin,
Ew jî; ji bo serketina Tifaqa Ked û Azadiyê her kes bi hemû hêza xwe seferber bibe û bixebite.
Eger Tifaqa Ked û Azadiyê bi ser bikeve wê gel, jin, ciwan, kedkar û civak bi temamî qezenç bike.

Li ser hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê nîqaşeke berfireh tê kirin.

Ji bo vê yekê Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ji bo ANF’ê nivîsek nivîsand.

Besê Hozat diyar kir ku ev hilbijartin yek ji hilbijartinên herî girîng ên dîroka Komarê ye.

“AKP nêzî 21 sal in Tirkiyeyê bi rê ve dibe.

8 salên dawî yên van 21 salan bi feraseteke nijadperest, xwînmij û faşîzma tarî bi rê ve bir.

Faşîzm li tevahiya Tirkiyê belav bû.”

“14’ê Gulanê ji bo rizgariya ji vê rejîma faşîst û qirker girîng e”

Besê Hozat da zanîn ku hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo rizgariya ji vê rejîma faşîst qirker pêvajoyeke gelekî girîng e.

“Sekna Rêber Apo, berxwedana gerîla, têkoşîna edalet, demokrasiyê faşîst a AKP-MHP’ê gihandiye ber hilweşînê.

Ev têkoşîn wê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bigihêje encameke gelekî girîng.

Yekemcar bi Tifaqa Ked û Azadiyê tevlî hilbijartineke bi vî rengî dibin .

Tifaqa Ked û Azadiyê jî di dîroka komarê de gaveke nû ye.

Lewma Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo gelên Tirkiyeyê şenseke mezin e.

Mezinkirin û xurtkirina vê tifaqê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê di asta dîrokî de girîng e.”

Besê Hozat: Rejîma faşîst şerê taybet dimeşîne

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku rêjîma faşîst şerê taybet dimeşîne.

“Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê vê rola dîrokî ya Tifaqa Ked û Azadiyê ya di hilbijartinên 14’ê Gulanê de baş zane.

Lewma bi rengekî giran êrîşên şerê taybet li ser dike.

Hewl dide ku tifaqê ji hev belav bike.

Rewşa heyî de tiştekî bi tenê heye ku divê bê kirin, ew jî;

Ji bo serketina Tifaqa Ked û Azadiyê her kes bi hemû hêza xwe seferber bibe û bixebite. ”

Besê Hozat: Divê her kes ji bo Partiya Çep a Kesk bixebitin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat dawiya nivîsa xwe de got:

“Divê Gelê me û her kes bi hemû hêza xwe bixebitin.

Partiya Çep a Kesk ji bo Tirkiyeke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê yekane alternatîfa rasteqîn e.

Bi têgihiştinê hilbijartina 14’ê Gulanê ji bo gelên Kurdistanê û Tirkiyê gelekî girîng e.

Ji bo serketina Partiya Çep a Kesk û Tifaqa Ked û Azadiyê bixebitin û seferber bibin.”

Back to top button