Li Metînayê, gerîlayan li dijî leşkerên Tirk ku hewl didan ku li Girê Zendûrayê bikevin çeperê, çalakiyek pêk anîn û 2 dagirker hatin kuştin.
Gerîleyan, duh êvarê di saet 19:00 de li dijî komek leşkerên dagirkeriya Tirkiyê ku hewl didan li Girê Zendûrayê bi cih bibin, çalakiyek pêk anî.
Hate ragihandin ku di encamê de, 2 dagirker hatin kuştin û jimarek mezin jî birîndar bû.
Dewleta Tirk gundê Kêste yê Amêdiyê bombebaran kir
Ji bilî êrîşên li dijî Zap, Metîna û Avaşînê ku demek e dewleta Tirk daye destpêkirin, şeva borî Dewleta Tirk derdora gundê Kêste yê Amêdiyê bombebaran kir.
Bombebaranê weke her tim ziyanek mezin gihand rez û baxçeyê gundiyan.
Li dijî vî sûcî, gundiyan nerazîbûn nîşan da û daxwwaz kir li hemberî van êrîş û dagirkeran helwestên cidî werin nîşandan.