Mîthat Sancar: Ger em weke HDP biketana hilbijartinê wê biryara girtinê bihata dayînê

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku wan bi Partiya Çepên Kesk oprasyonên îktidarê pûç kirine û got: “Ji bo avakirina Komara Demokratîk û aştiya mayînde, em li bin dara Partiya Çepên Kesk de werin ba hev.” Namzeta parlamenteriyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku di hilbijartinan de roleke girîng a gelê kurd heye.

Li ser rewşa hilbijartinê ya 14’ê Gulanê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bi Ajansa Mezopotamya re axivî.

Mîthat Sancar ewil bal kişande ser dosyaya girtina li dijî partiya wan û wiha got:

Îhtimal heye dosyaya girtina HDP’ê ji serdema hilbijartinê re bê hiştin

Me tîmeke xebatê ava kir.

Ekîba xebatê hem li ser çawaniya ketina hilbijartinê û hem jî li ser çawaniya birêvebirina pêvajoya dozê xebitî.

Ji ber ku vê hikûmetê dikaribû bi nehiştina HDPê di hilbijartinan de awantajekê bide xwe.

Heger em wek HDP’e bihatana hilbijartinê û beriya hilbijartinê biryara girtinê bihata dayîn, wê hemû dengên me vala biçûna.

Helbet ev ê bibûya xesareke mezin, ji bo têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyê.”

Sancar diyar kir dema ku roja hilbijartinê bi fermî hat ragihandin, doza girtinê dewam bû.

Lewma wan ew rîsk negirt û biryar dan ku bi Partiya Çepên Kesk biçin hilbijartinê.

Mîthat Sancar: Me hesabên AKP’ê pûç kirin

Di dewamê de Sancar anî ziman ku îktidarê li ser HDP’ê hesabên tasfiyeya siyaseta demokratîk kiriye û got:

“Me vî hesabê îktidarê pûç kir. Me ji berê ve dest bi amadekariyên xwe kiribû:

Ji bo têkbirina faşîzmê jî me biryar da ku em piştevaniya Kemal Kiliçdaroglû bikin.”

Hevserokê giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di dawîde bang li her kesî kir ku ji bo siberojek demokratîk divê her kes piştevaniya Partiya Çepên Kesk bike.

Meral Daniş Beştaş : Em ê ji bajarê Erziromê herî kêm du wekîlan derxînin

Derbarê hilbijartinan de Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş jî nirxandin kir.

Meral DAniş anî ziman ku di hilbijartinan de roleke girîng a gelê kurd heye û ev tişt anî ziman:

“Em di nava pêvajoyeke çalak de ne. Hem li Kurdistanê hem jî li bajarên Tirkiyê hewayekî baş heye.

Em dixwazin hejmara wekîlan a beriya niha me ji Kurdistanê werdigirt zêde bikin.”

Berdan Ozturk: Birêz Ocalan her tim bû dengê wekhevî, azadî û aştiyê

Back to top button