Li navçeya Tilezêr a Şengalê gelê Şengalê tevî endamê sazî û rêxisitnên civaka Êzidî li dijî qetilkirina Şoreşger Menal Mêrdîn meşiyan û kiriyarên li dijî pêşengên civaka Êzidî şermerzarkirin. Li Mexmûrê jî şehîdxistina Menal Mêrdîn hat şermezarkirin.
Di 2’yê Çileyê de, Şoreşgerê Pêşeng Menal Mêrdîn di encama êrişekê de li navçeya Tilezêr a Şengalê şehîd bû.
Meclisa Xweseriya Şengalê duh bi daxuyanyekê êriş şermezar kir û bang li civaka Êzidî kir ku li dijî van êrişan rabin ser piyan.
Li ser bangewaziya meclisê, îro bi sedan xelkê Şengalê tevî nûnerê sazî û rêxisitinên civaka Êzidî li ber avahiya Meclisa Gel a Tilezêr kombûn û meşiyan.
Meşê heta çerxerêya 14’ê Tebaxê bi bilindkirina wêneyên Komkujiya Parîsê û Şehîd Menal dewam kir.
Li vir, meş veguherî mêtîngê.
Hevserokê Meclisa Tilezêr Sado Şengalî axivî û got: “Êrişên li dijî gelê Êzidî bi hevkariya PDK’ê tên kirin.
Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî hemû pilana li ber xwe bidin û Şengala xweser û azad avabikin.”
Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Hemed Bişar jî axivî û diyar kir ku divê êdî gelê Êzidî bizanibe ku PDK naxwaze civaka êzidî pêş bikeve.
Şêniyên Mexmûrê êrişa li Til-Ezêr şermezar kirin
Şêniyên Mexmûrê jî êrişa li dijî Menal Mêrdîn şermezar kirin.
Li ser navê şêniyên wargehê Cîgirê Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Robar Îlhan axivî û got:
“Em di kesayeta heval Menal de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîrtînin. Serê malbatê saxbe.
Ev êriş bi destê Malbat Barzanî hatiy kirin.
Em êriş û îxaneta heyî şermezar dikin”