Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 4’ê Çileyê li Zap û Xakurkê çalakî kirin.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin,
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
4’ê Çileyêli nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, gerîlayan bi sabotajê li dagirkerên nêzî qada Çemço xistin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;
Heman rojê li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn jî, tîmên gerîlayan bi çekên giran li dagirkeran xistin.
Derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker jî HPG’ê got: Çeperên berxwedanê yên gerîla yên carekê bi bombeyên qedexekirî, 14 caran bi helîkopteran,
10 caran bi balafirê şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.