Di demekê de ku dewleta Tirk bi dehan baregehên leşkerî û istîxbaratî li nava sînorên Îraqê yên heyî de çêkirine, Îraq qale çavdêriya li ser sînor dike. Iraq li ser xala sifir a sînorên navbera Iraq-Tirkiye û Iraq-Îranê dest bi çêkirina xalên kontrolê û bircên çavdêriyê kirine.
Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Tehsîn Xefacî derbarê danîna xalên kontrolê li ser sînor, ji Rojnews’ê re axivî.
Tehsîn Xefacî eşkere kir ku li ser xala sifir a sînorên navbera Iraq-Tirkiye û Iraq-Îranê wan dest bi çêkirina xalên kontrolê û bircên çavdêriyê kirine.
“Wê 6 hezar polîs li ser sînorên Tirkiye û Îranê werin bicîhkirin”
Wezareta Karê Hindir ya Iraqê jî ragihand ku wan deriyê xwe qeydkirina ji bo polîstiya li ser sînor vekiriye û xelkê herêma Kurdistanê jî dikarin xwe qeyd bikin.
Wê 6 hezar polîs li ser sînorên Tirkiye û Îranê werin bicihkirin.
Hêjayî gotinê ye ku di demekê de qale parastina sînor tê kirin, di nava sînorê welat de bi dehan baregehên leşkerî yên dewleta Tirk hene..