HDP’Ê li meclisê bal kişand ser kesên bi destê polîsan hatine kuştin

Parlementerên HDP’ê ji bo George Floydê li DYE’yê hatibû qetilkirin, li meclîsê çalakiyek li dar xist.

Parlementerên HDP’ê ji ber qetilkirina George Floydê yê li DYE’yê li Desteya Giştî ya Meclîsê çalakiya ‘Em nikarin hilmê bistînin’ li dar xist.

HDP’ê pankartên navê kesên qetilbûyî hilda.

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku ev cînayet ne ji ber hêrseke ji nişka ve ye, ev ji ber cihêkariya bi sedan salan e.

Beştaş işaret bi kuştina gelek kesan ya salane ji aliyê polîsan ve pêk tê û got:

“Ji ber nasname, çand, fikr û baweriya xwe ev kes tên qetilkirin.

Wekî li Amerîkayê li Tirkiyeyê jî em nikarin hilmê bistînin.”

HDP’ê navê gelek kesên ku bi destê polîsan hatine kuştin jî belav kir.

Ji wan navê çend kesan wiha ye.

Ûgûr Kaymaz

12 Salî

21 Mijdar 2004

Ji aliyê polîsan ve hat kuştin

Ceylan Onkol

12 Salî

28 Îlon 2009

Ji aliyê polîsan ve hat kuştin

Berkîn Elvan

15 Salî

11 Adar 2014

Ji aliyê polîsan ve hat kuştin

Alî Îsmaîl Korkmaz

19 Salî

10 Tîrmeh 2013

Ji aliyê polîsan ve hat kuştin

Kemal Kûrkût

Adar 2017

Ji aliyê polîsan ve hat kuştin

Medenî Yildirim

28 Hezîran 2013

Ji aliyê polîsan ve hat kuştin

Back to top button