Operasyona li dijî şaneyên veşartî ên DAIŞ’ê

QSD’ê li gundewarên Dêra Zorê li dijî şaneyên veşartî ên DAIŞ’ê dest bi operasyoneke leşkerî kir û heta niha 17 çete hatin girtin.

Fermandarê QSD’ê yê Dêra Zorê Ednan Efrîn diyar kir ku pêngav îro bi beşdarbûna hezar şervanî dest pê kir.

Endnan Efrîn diyar kir ku pêngav li ser banga rûspiyên herêmê ya tunekirina şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hate destpêkirin.

Efrîn anî ziman ku hezar şervanên QSD, YPJ û Hêzên Komandos bi hevkariya Koalîsyona Navnetewî di aliyê bejahî û asîmanî de beşdarî pêngavê bûne.

Li gorî fermandarê QSD’ê pêngav wê li herêma xeta navçeya Deşîşa heta Baxozê li ber sînorê Iraqê ve pêk were.

Back to top button