Beriya 2 rojan li gundê Toxaza Mezin a Minbicê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye xwepêşandanek hatibû lidarxistin.
Di gulebarana çeteyan a li ser şêniyan de, sivîlek ku bibrîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.
2’ê Hezîranê şêniyên gundê Toxaza Mezin a Minbicê li dijî kiryarên çeteyan û êrişên wan a li dijî jinan çalakiyek lidarxistin.
Di çalakiyê de çeteyan li dijî gundiyan tundî bi kar anîn, ew gulebarankirin û 5 ji wan birîndar kirin.
Îro şêniyê bi navê Ehmed Mihemed El-Mehmûd ku ji kesên birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan rewşa 4 kesên birîndar girane.