Îlham Ehmed: Em weke beşke ji Sûriyê, çareseriyeke giştî ji aloziya Sûriyê re dixwazin

Seroka Desteya Rêveber Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Îlham Ehmed beşdarî bernmeyeke kenala RT Erebiyê bû û têkildarî geşedanên dawî li bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî.

Îlham Ehmed diyar kir ku ji bo yekpariya Sûriyê û nepêkanîna komkujiyan li herêmê, hêzên QSD’ê xwe li ser xeta sînor vekişandiye.

Îlham destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hinceta ku QSD’ê li ser sînor venekişiyaye agirbestê binpê dike û bi hevakriya çeteyên xwe êrîşên xwe zêde dike.

Îlham Ehmed diyar ku gelên bakur û rojhilatê Sûriyê pişta xwe nedaye ti hêzan û weke beşeke ji gelên Sûriyê hewil didin ku herêman wan bi ewle bin û çareseriyeke giştî ji aloziya Sûriyê çêbibe.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed got, civaka nandewletî jî di nav de, di serî Emerîka û Rûsyayê ji êrîş û komkujiyên ku niha li bakurê Sûriyê çêdibin û wê çêbin berpirsyar in.

Leave a Reply

Back to top button