Komisyona lihevkirinê ya HDP’ê hevserokên nû diyar kir

Komîsyona Lihvekirinê ya HDP’ê ku ji bo rêveberiya nû ya partiyê diyar bike hat avakirin, hevserokên nû yên HDP’ê destnîşan kir.

Îro Kongreya 4. a Giştî ya HDP’ê despê dike.

Tê payîn ku di kungirê de ji 26 welatan û nûnerê 56 sazî û rêxistinên cihanî amade bin.

Ji herêmê jî nêzî 30 hezar endamên HDP’ê wê cihê xwe bigrin.

Komîteya amadekar ya kongrê ragihand ku wan amadekariyên kongrê qedandine.

Her wiha beriya kongreyê ji bo diyarkirina rêveberiya nû ya partiyê, Komîsyona Lihvekirinê ya HDP’ê hat avakirin.

Komîsyonê, daxuyand ku ji bo namzetiya Hevserokatiya Giştî pêşniyaz li Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar kirine û her du navan jî ev yek qebûl kirine.

Komisyonê got, wê delegeyên kongreyê namzetan bipejirînin.

Back to top button