11 Rojin parlementerên HDP li dijî tecrîdê di çalakiyê de ne

Parlementerên HDP’ê ku 11 rojin li dijî tecrîdê di nobetê de ne, diyar kirin li Îmraliyê hiqûq hatiye rakirin û gotin:
“Wê têkoşîna me a li hemberî tecrîdê li her derê bidome.”
Têkildarî tecrîdê birayê Rêber Apo Mihemed Ocalan jî anî ziman li pişt tecrîdê daxwaza dewletê ya ji bo neçareserkirina pirsgirêka Kurd heye û desnîşan kir ku mifteya çareseriyê jî Rêber Apo ye

Bi daxwaza rakirina tecrîdê û rêdana hevdîtina parêzeran bi Rêber Apo re, çalakiya Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê dewam dike.

Parlamenterên HDP’ê ev 11 rojin li ber Wezareta Edaletê ya li Enqerê di Nobetê de ne.

Li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclisê parlementeran daxuyanî dan.

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nusrettîn Maçîn diyar kir ku li Îmraliyê hiqûq hatiye binpêkirin û got:

“Du sal in AKP-MHP li Îmraliyê konsepta şer xistiye dewrê û agahî ji birêz Ocalan û girtiyên li cem wî nayê girtin.

Hiqûq li Îmraliyê tune. Ev konsepta şer bandorek neyînî li ser hemû beşên civakê dike.”

Nusrettîn Maçîn anî ziman ku gelê Kurd bi tecrîd û neheqiyan dikevin sedsalekî nû û ev peyam da:

“Em ê li her derê, li Meclisê, li kolanan û li her qadên jiyanê qîr bikin û li ber tecrîdê rabin.

Tu hêz nikare me bêdeng bike.”

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nusrettîn Maçîn bang kir ku bila tecrîda li dijî Rêber Apo were rakirin û dawî li êşkenceyê were.

Mehmed Ocalan: Bi tecrîdê dixwazin li ser desthilatê bimînin

Li aliyê din, birayê Rêber Apo Mehmed Ocalan jî li ser rênedana hevdîtina li Îmaliyê axivî.

Mehmed Ocalan anî ziman ku li pişt vê tecrîda giran, helwesta dewletê ya ji bo neçareserkirina pirsgirêka Kurd heye û got::

“Abdullah Ocalan 22 sal in ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hewl dide.

Lê belê dewlet jî hikumet jî vê naxwazin. ”

Mehmed Ocalan: Mifteya çareseriya pirsgirêkan Ocalan e

Mehmet Ocalan diyar kir ku pirsgirêka Kurd êdî ji sînorên Tirkiyê jî mezintir bûye û wiha axaftina xwe dewam kir:

“Eger pirsgirêka kurd çareser bibe, wê pirsgirêka demokrasiyê, aborî û siyasî jî çareser bibe.

Mifteya çareseriyê jî rêber Apo ye û divê deriyê Îmraliyê bê vekirin.”

Back to top button