Çeteyan 14 welatiyên din li Efrînê revandin

Çeteyên Tirkiyê 14 welatî li Efrînê revandin û çarenûsa wan ne diyar e.
Li şûna girekî dîrokî yê li Racoyê dê baregehek leşkerî were avakirin.

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî bê navber dewam dikin.

Li gorî agahiyên hatine parvekirin, çeteyên bi navê Mihemed El-fatih 12 welatî li Efrînê revandin.

Ev welatiyên hatine revandin jî ji gundê Omer Uşaxî yê Meibetilî ne û bi behaneya ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar dikirin hatine revadin.

Li gorî Efrîn Post jî, çeteyên dewleta Tirk du welatiyên ji gundê Dêr Sewan ê Şerayê revandine û ber bi Ezazê ve birine.

Navê herdû welatiyan jî ev in:

  • Elî Newaf 25
  • Hesen Cinêd 40

Artêşa Tirk li Racoyê baregehekê li cihekî dîrokî dê ava bike

Her wiha bi armanca guhertina demografiya Efrînê, birîna daran, avakirina mêtingeh û baregehan dewam dike.

Hate ragihandin ku dagirkeriya Tirk dixwaze li ser girê dîrokî yê li bakurî navçeya Racoyê baregeheke leşkerî ava bike.

Welatiyên ku wê baregeh li ser erdê wan jî were avakirin bertek nîşan dane û qebûl nekirine, lê serbazên artêşa Tirk a dagirker gef li wan xwarine ku ew ê baregehê li vir ava bikin.

Tevî girê dîrokî, zêdetirî 300 darên zeytûnê jî li vir hene û ew milkê welatiyên bi navê Ezet Ebdo û Omer Bîlal in.

Çeteyan 207 dar li Efrînê birîn

Li aliyê din jî çeteyên bi navê El-emşat zêdetirî 132 darên zeytûnan û 6 darên behîfan li navçeya Meibatilî birîn.

Li navçeya Bilbilê jî çeteyan 65 darên zeytûnan û 4 darên behîvê yên welatiyê bi navê Ezîz Bekir birîn.

Ev darên hatin birîn, wek êzing li bazaran tên firotin.

Firotina malên welatiyên Efrînê ji aliyê çeteyan ve didome

Yek ji serçeteyên koma sultan Mûrad jî mala welatiyê bi navê Hesen Şihûd yê Efrînî bi 1500 dolarî firotiye.

Back to top button