Şandeya Şengalê li Silêmaniyê serdana PYD’ê kir

Şandeya Meclîsa Xwerêveberiya Demokratîk a Şengalê û Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) li Silêmaniyê serdana Nûnertiya PYD’ê kir.

Şandeya Şengalê ya di çarçoveya serdanên xwe yên ji bo partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de serdana Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir.

Şandeya Şengalê ji aliyê nûnerê PYD’ê Îbrahîm Hesen ve li bajarê Silêmanî hate pêşwazîkirin û li ser êrîşên dagirkeriyê ya li ser Şengalê û aramniya herêmê gotûbêj hatin kirin.

Di civînê de her du aliyan anî ziman ku wê alîkariya hev bike û ji bo çereseriya pirsgirêkan jî di nava têkiliyan de bin.

Back to top button