Şêniyên Şehba û Efrînê endama HPC’ê Fîdan Hemo bi merasîmekê li goristana şehîdan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê oxir kirin.
Endama Hêzên Parastina Civakî (HPC) Fîdan Hemo 1’ê Çileyê dema li ser erka xwe bû şehîd bû.
Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê canezeya şehîd Fîdan ji Nexweşxaneya Avrîn wergirt û ber bi goristana şehîdan a navçeya Fafînê ve bi rê ketin.
Di merasîmê de kesên axivîn diyar kirin ku heta hebin wê şopdarê rêya şehîdan bin.
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Girseyê şehîd di nav tilîliyên dayikan û dirûşma “şehîd namirin” de spart axê.