Elladîn Ehmed: Divê komkara welatên Ereb ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk gavan bavêje

Şêxê eşîra Esyad El-Heyayîn diyar kir ku divê komkara welatên Ereb ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk gavan bavêje.

Şêx Elladîn Ehmed destnîşan kir ku yekîtiya nîştimanî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nimûneyek e û got:

“Hin welatên Ereban alîgirên dewleta Tirk in, dewleta ku gelek herêmên Sûriyê dagir kirine.

Li hemberî vê, Komkara welatên Ereb bêdeng e û ev dihêle hîn zêdetir pêşeroja herêmê tarî bibe”.

Ji bo vê jî, şêx Elladîn Ehmed banga destnîşankirina helwestê li Komkarê kir, ku gavan biavêje û dawî li sûcên artêşa Tirk a destê xwe xistiye herêmê wan, bîne.

Şêx Elladîn Ehmed spasiya Misirê jî kir, ku li dijî êrîşên Tirkiyê rabûye.

Back to top button