KNK’ê sersaxî ji gelê Kurdistan û malbata Bavê Şêx re xwest

KNK’ê ji bo malbata siyasetmedar û rewşenbîrê civaka Êzidî Îdo Bavê Şêx sersaxî xwest.

Siyasetmedar û rewşenbîrê civaka Êzidî Îdo Bavê Şêx di 55 saliya xwe de, ji ber vîrûsa coronayê duh li Hewlêrê koça dawî kir.

Bi vê boneyê, KNKê peyamek sersaxiyê belav kir û diyar kir ku Birêz Îdo Bavê Şêx, ji bo yekîtîya neteweyî gelek karên giring kir û yek ji endamên damezrêner ên KNK’ê bû.

KNKê got em sersaxiyê ji hemî gelê Kurdistanê, bawermendên Êzidî û malbata Bavê Şêx re dixwazin.

Back to top button