Dirbêsiyê-Ciwanan xiyaneta PDK şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir

Li navçeya Dirbêsiyê ciwanan bi meşeke meşaleyî xiyaneta PDK’ê şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, şaxê Dirbêsiyê ji bo şermezarkirina tevkariya PDK ya bi dewleta Tirk a dagirker re meşeke bi meşaleyan li dar xist.

Piştî meş veguherî mîtîngê, endamê Tevgera Ciwanên Şoreger a Sûriyê Îsamîl Mihemed axivî, xiyaneta PDK û êrişên wê yên li dijî gerîla şermezar kirin û got:

Dewleta Tirk dixwaze Kurdan tune bike û PDK di pêkanîna vê armancê de, hevkariyê dide dewleta Tirk.

Îsmaîl bal kişand ser berxwedana gerîla û diyar kir ku ew ê berxwedanê berdewam bikin, piştgiriyê gerîla bikin û heta serketinê şopdarên xeta Rêber Abdullah Ocalan bin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina dagirkerî û xiyanetê bi dawî bû.

Back to top button