Cemîl Bayik: PDK ji MÎT re cihên gerîla diyar dike

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û got: “Eger PDK ji vê helwesta xwe ya hevkariya bi dewleta Tirk re paşde gav neavêje, her çendî ku em naxwazin jî lê dê garantî şer çêbibe.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK Cemîl Bayik di hevpeyvîneke taybet ji malpera Shar Press re axivî.

Bayik diyar kir ku PDK agahiyên îstixbaratî dide dewleta Tirk a dagirker û cihên ku gerîla lê dimînin ji MÎT re agahdar dike û got;

Eger PDK ji vê helwesta xwe ya hevkariya bi dewleta Tirk re paşde gav neavêje, her çendî ku em naxwazin jî lê dê şer çêbibe.

Cemîl Bayik: Eger PDK dest ji helwesta xwe bernede dê şer çêbibe

Bayik da zanîn ku divê gelê Kurd têkiliya di navbera Barzaniyan û dewleta Tirk ya dagirker de baş bizane û ev tişt got:

PDK hemû cûrên alîkariyê dide artêşa Tirk ya dagirker. PDK rêyan nîşanî leşkerên dewleta Tirk dide û ji wan re cihan peyda dike, lojîstîk û erzaq ji wan re dibe, sixurtiyê li ser cihên ku gerîla lê dimînin ji dewleta Tirk re dike.

Di dewamê de Bayik got, dibe ku piştî hevdîtinên Hakan Fîdan ên bi Barzaniyan re ev alîkarî û hevkariya PDK’ê ya ji dewleta Tirk û MÎT’ê re hîn berfirehtir bûbe.

“Gelek ecêbe ku rêveberiya Bexda daxwazên dewleta Tirk bicih neanîn lê PDK’ê û Barzaniyan daxwazên wê hemû bicih anîn.

Cemîl Bayik: PDK ji bo parastina artêşa Tirk Ala Başûr bikar tîne

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî ala Başûrê Kurdistanê ji leşkerên dewleta Tirk a dagirker re jî got:

“PDK ji bo parastin û veşartina leşkerên dewleta Tirk a dagirker, ala Başûrê Kurdistanê bikar tîne.

Wisa xuya dike ku rewşa li herêma Biradost diqewime berhemê hevdîtina Hakan Fîdan a bi Barzaniyan û PDK’ê re ye.

Têkildarî êrişa ser balafirxaneya Erbetê jî Hevserokê Konseya Rêber ya KCK’ê Cemîl Bayik ev tişt anî zimnan:

Êriş ji bo çavtirsandina xelkê Silêmaniyê û giştî xelkê Soran e.

Cemîl Bayik: Divê xelkê me yê Silêmanî û Soran li ser helwesta xwe bin

Dewleta Tirk dixwaze bi vê rêbaza tirsandinê, herêma Soran û Silêmaniyê jî bike navenda dagirker, artêş û MÎT’a xwe.

Her wiha dixwaze YNK’ê neçar bike ku weke PDK’ê bibe hevkar û alîkarî dewleta Tirk.

Dawiyê Hevserokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik divê xelkê me yê Silêmanî û herêma Soran heye dawiyê li ser helwesta xwe ya welatperweriyê bin.

Back to top button