GIRTÎGEHA TRABZONÊ YA AMEDÊ VEGUHERANDIYE DIBISTANEK LEŞKERÎ

Li gorî dane û serlêdanên saziyên mafên mirovan, parêzer û malbatan zextên li ser girtiyên til tirkiye û bakurê Kurdistanê her diçe zêde dibin.
Xizmên girtiyê bi navê Ozgur Sevîm diyar kirin ku gardiyanan gefa “Ev der ne girtîgeh e, dibistaneke leşkerî ye. Em çi bêjin hûn ê wê bikin” li girtiyan xwariye.

Malbata girtîyê li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê Ozgur Sevîm, piştî bi kurê xwe re hevdîtin kirin bal kişandin ser zextên li ser girtiyan.

Malbata Sevîn anî ziman ku li girtîgehê gardiyan ji girtiyan re gotine,

“Ev der ne girtîgehe, dibistaneke leşkerî ye û hûn ê her tiştî qebûl bikin “.

Malbatê anî ziman ku rêveberiya girtîgehê radyo, rojname, pirtûk û nameyan nadin girtiyan û mafên wan ên spor, pirtûkxane û sohbetê asteng dikin.

LI GIRTÎGEHA TARSÛSÊ 100 GIRTIYAN GILIYÊ GARDIYANAN KIR

http://mezopotamyaajansi14.com/kr/HEM-NCE/content/view/61917

Endamê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Parêzer Îbrahîm Kaya, diyar kir ku li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê, piştî bidawîbûna çalakiyên greva birçîbûnê gardiyan zext û êşkence li girtiyan kirine.

Kaya dest nîşan kir ku ji ber êşkenceyê 100 girtiyan giliyê gardiyanan kiriye.

Leave a Reply

Back to top button