Ji bo debara jiyana xwe, firoşkarên Silêmaniyê daxwaza vegera kar dikin

Ev demeke jî firoşkarên Silêmaniyê banga bidawîkirina qedexeyê û destpêkirina karên xwe dikin.

Ji ber metirsiya belavbûna vîrûsê li Herêma Başûrê Kurdistanê qedexeya derve dewam dike.

Lê di beşek aliyên jiyanî de, qedexe hatiye sivikirin.

Ji ber rewşa aboriyê ya xirab jî li gelek deveran, welatî dixwazin vegerin ser karên xwe û debara jiyana xwe bikin.

Li ser vê yekê ev 2 roj in firoşkarên gerok yên Silêmaniyê bi çalakiyan daxwazên xwe tînin ziman.

Firoşkarên gerok li ber derê qeymeqamtiya bajêr kombûn û çalakiyek lidarxistin.

Piştre nûnerê firoşkaran bi qeymeqamê bajar re civiya.

Nûnerê firoşkarên gerok Sidiq Salih da zanîn ku heta 2’ê Gulanê rê nadin ew karê xwe bikin.

Back to top button