Malbatên pêşmerge û gerîla: Li dijî planên dijminê Kurdan yekîtiyê ava bikin

Bertek û nerazîbûna li dijî hewldanên PDK’ê yên derxistina şerê navxweyî zêdetir dibe. Malbatên gerîla û pêşmergeyên şehîd anîn ziman ku hewldanên PDK’ê daxwaz û siyaseta dewleta Tirk e, divê PDKê hişiyar be. Her wiha welatiyên Silêmaniyê diyar kir ku divê PDK li şûna agirê şer pêxe, bi aliyên Kurdî re nakokiyan çareser bike, ji ber PKKê parastina Kurdistanê dike.

PDK’ê karê derxistina şerê navxweyî dike û bi şandina hêzên xwe ji herêmên gerîla re, ev amadekariyên şer li ber çavan in.

KNKê ji bo pêşîlêgirtina vî şerê malikwêran ku dê ti kes ji bilî dijminê Kurd sûdê nebîne, kar û xebatên xwe ji bo aştî û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogan dimeşîne.

Gelê Kurd jî ji vê tevgera PDK nerazî ye û daxwaz ji PDK’ê dike ku li pey plan û komployên dewleta Tirk nekeve.

Malbatên gerîla û pêşmergeyên şehîd ên li Başûrê Kurdistanê, daxwaza nîşandana helwestekê li hemberî hewldanên PDK’ê kir.

Bavê gerîla şehîd Çiya Bakur, Elî Ebo Bekir PDK’ê rexne kir û got:

“Weke xwînmijan e. PDK gel difiroşe, çawa beriya niha bûbû nokera rejîma Baas, niha jî bûye ya dewleta Tirk a dagirker.

Ji bo berjewendiyên xwe dagirkeran derbasî nava xaka Kurdistanê dike û gel dide kuştin.”

Yadê Emîne Mehmud jî diyar kir ku ew naxwazin gerîla û pêşmerge bi destên sîxûrên dijminên Kurd şehîd bibin, eger şerê navxweyî derkeve wê armancên şehîdan vala derkevin.

Yadê Emîne Mehmud li hemberî şerê navxweyî daxwaza yekgirtin û avakirina yekîtiya netewî ya Kurdî kir.

Mam Îbrahîm û dayê Aske heman helwest nîşan dan û anîn ziman ku ti berjewendiya Kurdan di şerê navxweyî de tune ye.

Şêniyên Silêmaniyê: PKK’ê parastina Kurdan dike û naxwaze şer çêbibe

Şêniyên Silêmaniyê jî nerazîbûna xwe li dijî siyaseta şerxwaz a PDK’ê anî ziman û diyar kir ku divê PDK li şûna agirê şer vêxe, bi aliyên Kurdî re nakokiyan çareser bike.

Şêniyan destnîşan kir ku PKK parêzerê her çar parçeyên Kurdistanê ye û naxwaze şer çêbibe, divê PDK dev ji vê siyaseta xwe berde.

Back to top button