Gelê Herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û êrişên li ser herêmê li qadan bûn. Îro jî li Hesekê, Kobanê, Reqa û Şehbayê çalakî hatin lidarxistin û hate diyarkirin ku wê gel li dijî her cure tundî û êriş bersivê bidin.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 25′ê Mijdarê û sekna li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê çalakiyên cur bi cur hebûn.
Şêniyên bajarê Hesekê bi meşeke girseyî êrişên li ser Rojava şermezarkirin.
Her wiha ji bo 25’ê Mijdarê jî diyarkirin ku ew ê heta azadiya hemû jinên binedest, li qadan bin.
Şêniyên navçeya Tirbespiyê jî li dijî êrişan meşiyan.
Şêniyan dan zanîn ku ew ê ti carî dev ji xaka xwe bernedin û li dijî êrişan li ber xwe bidin.
Şêniyên Kobanê jî bi çalakiyekê êrişên li ser herêmê û tundiya li ser jinan şermezar kir.
Ofîsa Kombûna Jinên Zenûbiyayê li bajarê Reqayê bi boneya 25’ê Mijdarê kom bûn û dijî êrişên li ser herêmê meşaiyan .
Li Şehba jî Kongera Star bi boneya 25’ê Mijdarê çalakiyek organîze kir û êrişên li ser herêmê şermezar kir..
Di çalakiyê de, Endama Rêveber a Kongera Star Elîf Mihemed axivî û got: “Em ê li ser şopa şehîdan bimeşin heta ku em hemû jin û herêmê dagirkirî rizgar bikin.”