Ji ber êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê yên 9`ê Cotmehê destpê kir zêdetirî 300 hezar sivîl koçber bûne. Li gundê Til Fîda ya girêdayî Til Temirê ku Suryanî lê dijîn, pêşwaziya koçberan dike.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî Serê Kaniyê û Girê Spî kir hin kesên ku neçarî koçberiyê bûn çûn gundên Suryaniyan.
Li gundê Til Fîda jina Suryanî ya bi navê Nehle Xaskiye ya 52 salî, 9 malbatên koçber yên Kurd û Ereb di mala xwe de pêşwazî kirine.
Nehle Xaskiye dibêje, “Em yek in. Di navbera me de ti ferq û cûdahî nîne.”
Nehle Xaskiye diyarkir ku di nav gund de nêzî 75 mal hene û hemû jî ji koçberan re vekirîne.
Gundê Til Hefyan ku ew jî yê Asuriyan e, gelek koçber hewandin e.
Xewla El-Mihemed a 50 salî, ku ji pêkhateya erebe û koçî gundê Til Hefyan bûye dibêje:
“Asuriyan her tişt ji me re pêşkêş kirin, malên xwe vekirin û alîkariya me kirin.”