NY êrîşa li ser nexweşxaneya Efrînê şermezar kir

Piştî Amerîkayê, Neteweyên Yekbûyî jî êrîşa li ser nexweşxaneya Efrînê şamerzar kir û xwest ku agirbesteke giştî li Sûriyê pêk were.

Nûnerê Taybet yê “NY” yê karûbarên Sûriyê Geir Pedersen êrîşa li ser nexweşxaneya Efrîna dagirkirî şermezar kir û destnîşan kir ku “di vê rewşê de, divê agirbesteke giştî li Sûriyê were ragihandin û li gorî biryara 2254’an a meclisa Ewlekariyê alozî were çareserkirin”.

Pedersen di daxuyaniyekê de diyar kir ku “Di wê êrîşê de welatiyên sivîl û karmendên tendursitiyê bûne qurban û ev yek nayê qebûlkirin”

Nûnerê NY her wiha piştrast kir ku divê hemû aliyên şerê Sûriyê, pabendî qanûnên mirovî yên navneteweyî bibin û ji bo parastina sivîlan bixebitin.

Back to top button