Hevserokê Tevgera Azadî: Divê Mesûd Barzanî helwesteke cidî nîşan bide

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah bang li hêzên Kurdî kir ku li dijî dagirkeriyê destên xwe bidin destên hev. Di çarçoveyê de, Fermandarê Pêşmergeyan Wehab Sertîp jî ji bo dawîanîna li hebûna dagirkeriyê, banga avakirina eniyeke hevbeş kir.

Bang û daxwaziyên rêgirtina li ber şerê navxweyî û rijandina xwîna zarokên Kurdan her zêde dibin.

Hevserokê Tevgera Azadî ya Komelgeha Kurdistanê Mihemed Ebdullah diyar kir ku Tirkiye ji bilî dagirkirinê, bi her awayî hewl dide Kurdan bi hev bide kuştin û statuya Başûrê Kurdistanê ji holê rake.

Wehab Sertîp: Divê hemû aliyên Kurdî eniyeke hevbeş li dijî dagirkeriyê ava bikin

Ji Fermandariya Pêşmergeyan a YNK’ê Wehab Sertîp ji ANF’ê re destnîşan kir ku dijmin hewl dide Kurdan bêhêz bike…

Wehab Sertîp diyar kir ku Tirkiye bi behaneya PKK’ê dixwaze destkeftiyên Kurdan tune bike.

Fermandarê Pêşmergeyan Wehab Sertîp bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdî kir ku li dijî êrîşên Tirkiyê, eniyeke hevbeş ava bikin.

Nasir Rezazî: Çareseriya nakokiya navbera pdk û pkk’ê tenê diyalog e

Hunermend Nasir Rezazî jî ji aliyê xwe ve da zanîn ku rêya çaresrkirina nakokiyên navbera PKD û PKK’ê, tenê diyalog e.

Back to top button