HPG: Li herêma Botan û Metîna 2 dagirker hatin kuştin

Li dijî dagirkerî û êrîşên li ser başûrê Kurdistanê, rojane ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve çalakçî pêk tên. Herî dawî 2 leşkerên din ên dagirker hatin kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker li başûr û bakurê Kurdistanê ji ber çalakiyên gerîlayan derbên giran dixwe û rojane windahiyan dide.

HPG’ê diyar kir li herêma Botanê û Metîna 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.

HPG’ê da zanîn ku berxwedana li Girê Zendûra ya Metîna bi îradeyek ji polat dewam dike û hat gotin ku artêşa Tirk li dijî berxwedana gerîla têk diçe, gazên kîmyawî bi kar tîne û cih û warên sivîlan bombebaran dike.

Back to top button