Li bejahiya Meyadîn a Dêra Zorê, DAIŞê êrîşî hêzên hikumeta Şamê kir û 3 leşkerên Şamê hatin kuştin û jimarek birîndar bû.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh bi şev, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî deverên leşkerên hikumeta Şamê û çekdarên bi ser wê ve yên li navçeya EL-Teyarat a li bejahiya Meyadîn a Dêra Zorê kir.
Çavdêriyê da zanîn ku li ser bersivdayîna hêzên hikumetê, şerekî dijwar rû da û tê de, herî kêm 3 leşkerên wan hatin kuştin û jimarek birîndar bû.
Li Idlibê du endamên hêzên hikumetê û çeteyekî Tirkiyê hatin kuştin
Li Idlibê jî hêzên hikumetê gund û bajarikên li hêrêma Cebel Zewiyê ya başûrê Idlibê topbaran kirin.
Çavdêriyê diyar kir ku Li hêrêma Meiret Nesan a bakurê Idlibê çeteyekî Tirkiyê hat kuştin.
Hat diyar kirin ji ber êrîşa çeteyan jî du endamên hêzên hikumetê li eniya El- Birîc a li başûrê Idlibê hatine kuştin.