Cemal Şêx Baqî: Êrîş bi erêkirina PDK û Bexdayê tên kirin

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê Cemal Şêx Baqî anî ziman ku êrîşên Tirkiyê li ser qadên gerîla bi erêkirin hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê pêk tên.

Dewleta Tirkî ya dagirker bi hemû hêza xwe êrîşî Herêmên Parastina Medyayê dike, Hewlêr û Bexda jî bê liv û bê bersiv temaşe dikin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê Cemal Şêx Baqî li ser bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistan û Iraqê ji Ajansa Nûçeteyan HAWARê re axivî.

Cemal Şêx Baqî diyar kir Tirkiyeya dagirker bi erêkirina PDK’ê êrîşan li Zap, Metîna û Avaşînê pêk tîne.

Şêx Baqî anî ziman ku, hikûmeta Iraqê eger bixwaze, dikare bi rêya NY Tirkiyê li ber sînorê wê rawestîne, lê xuya dike ku li paş bêdengiya wê jî, erêkirineke veşartî heye.

Cemal Şêx Baqî got ku divê gelê Kurd û hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê bibin yek.

Back to top button