Mihemed Elî: Li dijî dagirkeriyê eniyeke demokratîk a giştî pêwîstiyek e

Endamê Desteya Rêveber a MSD’ê Mihemed Hesen Elî diyar kir ku ew hemû lihevkirinên li dijî gelê Sûriyeyê red dikin.Mihemed Hesen eşkere kir ku ew ji rûniştin û diyaloga li gel hikûmeta Şamê re vekirî ne lê hikumeta Şamê 2 vebijêrkan datînin pêşiya wan, yan vegerin hembêza rejîmê, yan jî rûbirûyî dewleta Tirk a dagirker bimînin. 

Li gel guhertin û pêşketinên nû yên li qada Sûriyeyê rû didin, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) hewl dide dawî li aloziya Sûriyeyê bîne.

Der barê piştperdeya nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de Endamê Desteya Rêveber a MSD’ê Mihemed Hesen Elî ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Mihemed Hesen Elî anî ziman ku ev lihevkirina sêalî li ser serdestiya nîştimanî ya Sûriyeyê xetere.

”Nêzîkbûn tê wateya radestkirina herêmên dagirkirî”

Elî îşaret pê kir ku ev nêzîkbûn tê wateya radestkirina hemû deverên Sûriyeyê û têkçûna serweriya Sûriyeyê ye.”

Endamê Desteya Rêveber a MSD’ê bi bîr xist ku ew hewl didin bi rêya yekkirina hêz û kesayetên demokratîk û lidarxistina kongreyekê aliyek demokratîk a sûrî li hundir û derve ava bikin

Her wiha wê ev alî bikarîbe keştiya Sûriyeyê xilas bike û wê sûriyeyeke demokratîk a pirreng û nenavendî ava bike.

Elî eşkere kir ku ew ji rûniştin û diyaloga hikûmeta Şamê re vekirî ne lê hikumeta Şamê 2 vebijêrkan datînin pêşiya wan, yan vegerin hembêza rejîmê, yan jî rûbirûyî dewleta Tirk a dagirker bimînin.

Girêdayî têkiliyên MSD`ê bi hikumeta Şamê re Elî ev agahî parve kirin:

”Insiyatîfên çareseriyê li gel hikûmeta Şamê nîn in”

Endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Mihemed Hesen Elî di dawiyê de got:

“Tu însiyatîfên çareseriyê li ba hikumeta Şamê nîn in ku dixwaze vegere çarçoveya destpêkê. Gelê Sûriyeyê vê hişmendiyê qebûl nake.”

Back to top button