1’ê Mijdarê ‘Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanî’

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê Mihemed Şahîn derbarê berxwedana Kobanê de got;
“Şervanên YGP’ê û YPJ’ê bi berxwedana xwe hiştin piştgiriyeke xurt were kirin û ev berxwedan bi ser ket.
Û divê em şoreşa xwe ji êrişan û bi taybet ji dewleta Tirk biparêzin.”

Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê Mihemed Şahîn nirxandin kir.

Mihemed Şahîn diyar kir ku ji bo dewleta Tirk projeya Netewa Demokratîk têk bibe, di êrişa Kobanê de destek mezin da çeteyên DAÎŞ’ê.

Mihemed Şahîn: Bi berxwedanê Kobanê hat naskirin

Mihemed Şahîn da zanîn ku Cîhanê neheqî û hovîtiya DAÎŞ’ê ya li ser gelê Kurd bi taybet di şerê Kobanê de dît, ji ber wê piştgiriyeke mezin dan û got;

Berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê hişt ku ev berxwedana Kobanê li tevalî Cîhanê were qebûlkirin û piştgiriyeke xurt jê re were kirin.

Şahîn derbarê seferberiya ku wê demê Rêber Ocalan ragihandibû jî ev tişt anî ziman;

”Bi banga Rêber Ocalan a seferberiyê ve bi sedhezaran kurd di serî de li bakurê Kurdistan û her derê cîhanê berê xwedan kobanê. Ev bang qedera şer guhert û tevgera azadiyê bi dayîna berdêlên mezin nehişt kobanê bikeve..

Her wiha hemû hêzên li dijî dewleta Tirk û DAIŞ’ê hatin gel hev û nehiştin plana qirêj pêk bê.”

Şahîn destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze car din bi nav û renekî nû êrişeke wekî ya 2014’an dubare bike

Mihemed Şahîn: Divê em şoreşa Rojava biparêzin

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê Mihemed Şahîn da zanîn ku tevî kiryarên dewleta Tirk ên li dijî herêmên me, hîn jî civata navneteweyî bêdeng e û wiha bi dawî kir:

“Çalakiyên jinûve avakirina DAIŞ’ê hene.

Em bang li gelên azadîxwaz ên cîhanê dikin ku xetereya mezin a li ser Rojhilata Navîn û cîhanê bibînin.

Û li hemberî wê Şoreşa Rojava biparêzin.

Û bang li hêzên cîhanî dikin ku rola xwe di parastina ewlehiya navneteweyî de bilîzin.”

Back to top button