Careke din dadgehkirina 5 girtiyên Behdînanê hat taloqkirin

Dihat payîn ku îro 5 girtiyên din ên Behdînanê li Hewlêrê bihatana dadgehkirin. Lê dadgehê careke din bi behaneyên cûda dadgehkirina girtiyan taloq kir. 

Îro ,wê li Dadgeha Duwemîn a Ceza ya Hewlêrê 5 girtiyên Behînanê bihatana dadgehkirin.

Lê belê dadgehê bi behaneya ku du dadwer ne amadebûn, runiştina dadgehê taloqî 21’ê Cotmehê kir.

Parêzerên girtiyan van behaneyên dadgehê bê bingeh bi nav dikin û diyar dikin ku desthilat dixwaze ceza li girtiyan bibire, lê ji bo bandora xwe li ser hilbijartinê neke, behaneyan derdixin û dadgehkirina wan taloq dikin.

Zêdetirî salekê ye nêzî 100 rojnamevan û çalakvanên herêma Behdînanê hatine binçavkirin.

HInek ji wan hatine dadgehkirin, hinek dosya wan li dadgehê ne bi encam nebûne û hinek jî li benda dadgehkirinê ne.

Girtî ne tên dadgehkirin ne jî tên berdan.

Back to top button