Nivîsgeha Serjmariyê ya Herêma Cizîrê, duh li Qamişlo jî dest bi xebatên serjmariyê kir.
Serjmarî di roja duyem de didome.
Endamên Komîteya Şopandinê ya Herêma Cizîrê Izedîn Ferhan got; Em hewl didin 2 rojan de projeya serjmariyê li Qamişlo bi dawî bikin.
7’ê Gulanê, Nivîsgeha Serjmariyê ya Herêma Cizîrê, dest bi jimartinê kir.
Jimartin destpêkê li navçeyên Dêrikê, Til Koçer, Çil Axa û Girkê legê dest pê kir û 2 rojan dom kir.
Mamoste û hevserokên komînan ji bo vî karî hatine erkdar kirin û bi hev re derbasî mal, tax, gund û bajaran dibin.
Bi riya lênûska malbatê û nasnameya kesayetî agahiyên derbarê kes, tenduristî û rewşa malbatê de tên girtin.
Duh jî vê xebatê li bajarê Qamişlo û Amûdê dest pê kir.
Li gorî komîteyê divê îro serjmariyê bi dawî bikin.
Hejmarek zêde mamoste û hevserokên komînan li Qamişlo belav bûne da karibin di roja ji wan re hatiye diyarkirin de bi dawî bikin.
Bi riya vê serjmariyê him jimariya herêmê tê diyar kirin û him amadekariyê pêşxistina proje û xurtkirina xebatên xizmetguzariyê tê kirin.