Cîgirê wezîrê parastinê yê Siûdiyê Mîr Xalid Bin Selman Bin Ebdulezîz li paytexta Amerîka Washingtonê YE:
Selman bi şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan re civiya.
Li gorî ajansa nûçeyan a Siûdiyê “Was”, di hevdîtinê de têkiliyên dîrokî yên Siûdiyê-Amerîkayê, rêbazên hevkariyê û koordîneya hevbeş û rêbazên xurtkirina hevkariyê hatin nîqaş kirin.
Koşka Spî jî bi daxuyaniyekê got,
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê pesna Siûdiyê di misogerkirina agirbesta li Yemenê ya bi navbeynkariya NY`yî, kiriye.