Bahoza tozê li nava rojhilata navîn digere û herî zêde bandor, li welatên cîran dike.
Li paytextê Îran Tehranê ji ber qirêjiya hewayê dibistanên seretayî û amadeyî îro jî hatin girtin.
Li gorî medyaya Îranê, Alîkarê Şaredarê Tehranê Abid Melekî derbarê qirêjiya hewayê û tedbîrên hatine girtin de daxuyanî da.
Melekî îşaret bi kombûna komxebata lezgîn a qirêjiya hewayê jî kir û got:
“Ji ber rewşa nepaqijî ya ku ji ber hatina tozê û bilindbûna rêjeya qirêjiya hewayê pêk tê, îro hemû dibistanên Tehranê tên girtin, lê zanîngeh û sazî wê vekirî bin.”
Ji ber qirêjiya hewayê doh hemû dibistan, sazî û zanîngehên parêzgeha Tehranê hatibûn girtin.
Tahran di nava bajarên cîhanê yên ku hewaya wê qirêj, di rêza 3. de ye.
Ji ber vê yekê gelek caran dibistan û saziyên li welat ji ber rewşa qirêjiya hewayê têne girtin.